Ebadî li ser referandumê: Emê tenê di rewşekê de hêzê bi kar bînin
Heyder Ebadî di hevpeyvîneke li gel ajansa nûçeyan a Associated Press de aniye ziman ku ew li dijî referanduma Başûrê Kurdistanê ye û gotiye: “Biryara pêkanîna referandumê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, metirsîdar e û lîstina bi agir e.” herwiha gotiye: “Hikûmeta federalî û parlementoya Iraqê biryara xwe ya li dijî giştpirsiyê diyar kirine. Emê jî li Dadgeha Federalî li dijî referanduma Herêma Kurdistanê gilî tomar bikin.”
Her çi qas Serokwezîrê Iraqê diyar kiriye ku "Em deriyê gotûbêjê bi ser Herêma Kurdistanê de danaxin", lê nîgeraniya xwe nîşan daye ku gelek pirsgirêk hene ku heta niha nehatine çareserkirin. Ew jî nakokiyên li ser deverên nakok, sînor, petrol û xalên sînor ên navbera Hewlêr û Bexdayê û amaje bi wê yekê kiriye ku pêwîst e ev pirsgirêk werin çareserkirin.
Li ser pêkanîna referandumê jî Ebadî gotiye: “Ji aliyê min ve ecêb e ku DAIŞ heta niha jî nêzîkî Kerkûkê ye û Kurd behsa referandumê dikin.” herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku pêwîst e hemû bala wan li ser têkbirina DAIŞê be û eger Iraq yekdeng be, ewê DAIŞê têk bibin."
Di derbarê encamadan referandumê li deverên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de jî Heyder Ebadî diyar kiriye: “Weke nimûne eger xelkê Tileferê sedî sed di giştpirsiyê de dengê "Belê" bide, ev nayê wê wateyê ku pêvajo rewa ye, pêvajo nerewa û nedestûrî ye.”
Rudaw
