Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê li ser referandûmê
Li gorî çavkaniyên Serokwezîriyê, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim derbarê referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê de axiviye û ev yek wele mijareke ewlekariya neteweyî nirxandiye.
Yildirim ye û gotiye, "Bila gumana ti kesî nebe, ku emê di vê mijarê de tişta pêwîst bikin."
Hêjayê gotinê ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî beriya niha gotibû, ku di civîna 22ê Îlonê ya Desteya Ewlekariya Nîştînamî de dê pêngavên li hember biryara referandûmê werin gotûbêjkirin.
Hikûmeta Enqerê daxwaza paşde vegerandina biryara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê dike.
Rudaw
