Parlamentoya Kurdistanê biryara Referandomê pesend kir
Referandoma serxwebûnê ya ku 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê tê encamdan, bi piraniya dengên parlamentarên ku beşdarî rûniştinê bûn hat qebûlkirin.
Parlamentoya Kurdistanê di yekemîn civîna xwe ya piştî 2 salan de ku bi mijara Referandomê hatibû civandin biryara encamdana Referandomê li 25ê Îlona 2017an pesend kir.
Di civîna 15ê Îlonê ya parlamenê de 71 parlamenteran beşdarî kir ku ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen, Mesîhî (Aşûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Kurdên Êzidî û parlamentarên PDK, YNK, Yekgirtûya Îslamî, Partiya Kominîst, Arasteya Sêyem, Partiya Sosyalîst, Çaksaziya Tirkmenî, Pêşkeftina Tirkmenî û Lîsta Rafîdeyn a Mesîhî tê de amade bûn.
Di civîna ku bi seroktiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Cafer Îbrahîm Êminkî birêve çû de, bi piraniya dengên parlamentaran Referandom hat pesend kirin.
Hêjayî gotinê ye, parlamentoya Iraqê jî biryara Referandomê red kiribû û 14ê Îlonê şandeke ji nûnerên navnetewî pêk hatibû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û daxwaza paşxistina Referandomê lê kiribûn.
Waar.tv
