Serok Barzanî beşdariya karnavala cemaweriya Amêdî ya ji bo piştgîriya referandûma serxwebûnê kir
Ev gotinên Serok Barzanî li ahengekî cemawerî da hat ku roja înê 15.09.2017 li Amêdî ji bo piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê birêveçû.
Serok Barzanî sedemên biryara gelê Kurdistanê ya ji bo encamdana referandûmê ji bo amadebûyan rûn kir û behsa qonaxên muameleya desthilatdarên Bexda li gel gelê Kurdistanê û wan karesatan kir ku li ser gelê Kurdistanê da hatine û ronahî kir ku mixabin bi sedema zalbûna çanda xwesepandin û înkarkirina hemû hewlên me yên ji bo binyadnana şeraketa rasteqîne û dewletekî medenî û demokrat û federal şikest anî. Serok Barzanî bi dirêjiya axaftina xwe de behsa wan sedeman kir ku wiha kir gelê Kurdistanê wê biryarê bide, piştî wê yekê hemû rê hatin ceribandin, destûr hate binpêkirin, tewafûq û şeraket nema û hevsengî nema.
Serok Barzanî tekez jî kir ku ew şeraketê qebul nakin û em jî piştî wan hemû şehîd û qurbanîdanan xizmetkariyê qebul nakîn.
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li gor wê destûra wan hate binpêkirin, Pêşmerge beşeke ji sîstema bergiriya Iraqê, eve 10 sal li gel Parlemena Iraqê mijul buyîn yasayek ji bo Pêşmerge bê danîn û beşa Pêşmerge ji mîzaniye û çek bê, her dest bi dest danîn bi cîh nekirin. Lê belê di dema 2 se'atan da yasaya Heşda Şe'bî derbaskirin.
Serok Barzanî behsa serdema nivîsîna destûra Iraqê kir û ragihand sala 2005 ez 53 roj li Bexda mam û li wê demê de 36 mûşek li baregehên me dan û pasewanên me jî şehîd û birîndar bûn, lê belê mayîn bo ku wê destûr bê nivîsîn heta em û xelkekî din jî bihesênin. Em bi maddeya 140 razî buyîn nekû ji ber wê yekê baweriya me bi Kurdistanîbûna wan navçeyan nebê, belkû me got madem rêyekî destûrî û yasayî heye me jî pê xweşe bi rêyekî aştiyane û li ser bingeha rêzgirtina beranber bi cîhkirinê bê kirin, lê belê wan binpêkir û divê li sala 2007 bihata bi cîhkirin lê belê gotin maddeya 140 mir.
Li dawiyê de Serok Barzanî pişt bi xwedê dewleta nû dewleta federalî û demokratî dibê ji bo me hemûyan bê cûdahî û bi wekhevî ji bo Kurd û Ereb û Turkmen û misilman û Mesîhî, hemû pêkve.
