Li berdem NY Kurdistanî dest bi xwepîşandanê kirin
Li bajarê Hewlêrê hijmareke zêde xelkê Kurdistanê ku ji piraniya bajarên Kurdistanê hatibûn Hewlêrê, li berdem ofîsa NY ya li Hewlêrê kom bûn û dest bi xwepîşandaneke grseyî bo piştgîrî kirina referanduma Kurdistanê û herwiha şermezar kirina daxwaza NY ya bo paş xistina referandumê lidar xistin.
Di xwepîşandana han de yaku beşdarwan ji dohê şev heta niha liwirin, nunerên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê jî hene.
Xwepîşander herwiha gotinên nunerê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DIŞIê Breet McGurk jî şermezar kirin û anîn ziman ku ew gotinên han bi ti awayî ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayên qebûlkirin.
