• Friday, 20 February 2026
logo

Xelkê Qamişlo piştgirî dan referanduma serxwebûna Kurdistanê

Gulan Media September 16, 2017 Nûçe
 Xelkê Qamişlo piştgirî dan referanduma serxwebûna Kurdistanê
li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 5 hezar kesan û bi bilindkirina Ala Kurdistanê, ahengek ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê birêve çû.

Aheng li ser bangewaziya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û li taxa Enteriyê û nêzîkî Sayloya Qamişlo hat sazkirin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî yên Rûdawê ji bajarê Qamişloyê, nêzîkî 5 hezar kes ji xelkê li Qamişlo di ahenga ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kom bûn û bi bilindkirina alên Kurdistanê slogan û dirûşmên netewî gotin.

Herweha li Hesekê li gundê Eendî û li Girkê Legê jî ahengên piştgirîkirina referanduma serxwerbûna Başûrê Kurdistanê hatine sazkirin.

Çavkaniyekî xwecihî ji Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand, berî destpêkirina ahenga piştgiriya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Qamişlo, hêzên Polîsê Leşkerî yê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê cihê ahengê dorpêç kirin û bi dehan xort desteser kirin.

Heman çavkaniyê xwecihî yê li Rojavayê Kurdistanê herwiha tekez kir, doh jî nêzîkî 30 amadekarên ahengên bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û endamên ENKSê li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatin girtin.

Rudaw
Top