• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî: Guh nedin ti kesî, em referandumê paş naxin!

Gulan Media September 15, 2017 Nûçe
Barzanî: Guh nedin ti kesî, em referandumê paş naxin!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga piştgiriya ji bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya li Amêdiyê de, helwesta dawî ya xwe li ser sazkirina referandumê aşkere kir û got: “Heta îro jî ti alternatîvê ku ji bo serxwebûnê cihê referandumê bigire, bo me nehatiye.”

Îro Înê 15ê Îlona 2017ê li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ahengeke mezin ji bo piştevaniya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve diçe, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî têde amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Mesûd Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Tenê gelê Kurdistanê rewatiyê dide referandumê û ji bilî wê ti aliyekê din nîne. Guh nedin ti kesî, em referandumê paş naxin û em dê ber bi referandumê ve biçin. Tişta ku pêwîst be, em dê bikin û baca wê çi be em dê bidin.”

Rudaw
Top