Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Nasiriye şermezar kir
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê kirdara terorîstiyê şermezar dikîn û carekî din jî tekez dikin ku teror hîç sînor û olek nanasê û rûbirûbûna wê jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyek heye.
Herêma Kurdistanê amadeye li şerê dijî terorê da, li gel hikûmeta Iraqê hevkarî û hemahengiyeke tevahî hebê û hemû şiyana me ji bo rîşekêşkirina terorê terxan dikin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.09.2017
