• Friday, 20 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Nasiriye şermezar kir

Gulan Media September 15, 2017 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya Nasiriye şermezar kir
Doh kirdareke terorîstî li xwaringeheke başûrê bajarê Nasiriye rû da û hejmarek hemwelatiyên bê guneh bûne qurbanî.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî wê kirdara terorîstiyê şermezar dikîn û carekî din jî tekez dikin ku teror hîç sînor û olek nanasê û rûbirûbûna wê jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya hemû aliyek heye.

Herêma Kurdistanê amadeye li şerê dijî terorê da, li gel hikûmeta Iraqê hevkarî û hemahengiyeke tevahî hebê û hemû şiyana me ji bo rîşekêşkirina terorê terxan dikin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
15.09.2017

Top