Huşyar Zêbarî: Biryara parlamentoya Iraqê pirsa referandomê bihêztir dike
Ajansa Reutersê li ser zarê Endamê bîlotburoya siyasî ya Partî Huşyar Zêbarî belav kir ku, Necmidîn Kerîm bi hilbijartinê ew post wergirtiye û Encûmena parêzgarê Kerkûkê tenê dikare wî ji posta wî dûrbixe.
Herwiha Endamê bîlotburoya siyasî ya Partî tekez kir ku, biryara parlamentoya Iraqê bê encame belko pirsa referandomê bihêztir dike.
Duh, li ser pêşinyara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî parlamentoya Iraqê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar dûrxistin, piştî wê Serokatiya Herêma Kurdistanê ew biryar redkir.
Basnews
