Nivîsingeha parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek belav dike
Di daxuyaniya nivîsingeha parêzgarê Kerkûkê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku, tenê encûmena parêzgarê Kerkûkê dikare Necmidîn Kerîm ji posta wî dûrbixe ne parlamentoya Iraqê.
Nivîsingeha parêzgarê Kerkûkê da zanîn ku, ev şêweyên biryaran Kurdistanê neçar dike biryara referandomê bide û dibêje ku, Necmidîn Kerîm ne bi biryara parlamentoyê Iraqê porst wergirtibû hetanî ku, bi biryara wê jî ji kar were dûrxistin, lê tenê encûmena parêzgarê Kerkûkê dikare Necmidîn Kerîm ji posta wî dûrbixe.
Duh, li ser pêşinyara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî parlamentoya Iraqê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji kar dûrxistin, piştî wê Serokatiya Herêma Kurdistanê ew biryar redkir.
Basnews
