Serok Barzanî beşdarî li karnavala cemaweriya Zaxo ya ji bo piştgîriya li referandûma serxwebûnê kir
Ev gotinên Serok Barzanî li ahengekî cemawerî da hat ku roja pênçşem 14.09.2017 li Zaxo ji bo piştevaniya li referandûma serxwebûnê birêveçû.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe da rû li xelkê Zaxo kir û got: Ez nehatime daxwaz ji we bikim deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin, ji ber ku we pêwîstî bi kes nîne ji we re bibêje deng bidin.
Serok Barzanî li goatar xwe de behsa ewe kir ku îro babetên girîng ji bo me hemûyan referandûme, biryara referandûmê ne biryara yek kese û ne ya yek hizb û çend partiyekiye, biryara gelê Kurdistane û aliyên siyasiyên Kurdistanê roja 7ê hezîranê gelek merdane biryara xwe dan ku roja 25ê eylûlê diçine ser sindoqê û çarenivîsa xwe diyar dikin.
Serok Barzanî bi dirêjahî behsa wan sedeman kir ku wiha kir gelê Kurdistanê wê biryarê bide, piştî wê yekê hemû rê hatin ceribandin, destûr hate binpêkirin, tewafûq û şeraket nema û hevsengî nema. Vegerana ji bo destpêkeke nû ku jêre dibêjin zorîneya siyasî. Zorîneya siyasî jî dû ji bo sê mînakên reş xistiye ber çavên me. Yek ji wan mînakan li gor destûr li Iraqê da Pêşmerge beşeke ji hêza bergiriya Iraqê, eve 10 sal li gel Parlemena Iraqê mijul buyîn yasayek ji bo Pêşmerge bê dayîn û beşa Pêşmerge ji budçe û çek bê, her dest bi destî bi me kirin û bi cîh nekirin. Lê belê li 2 demjimêran da yasaya Heşda Şe'bî derbaskirin û bi milyaran dînar pere û çek û teqemenî xistin berdestê wan. Eveye zorîneya siyasî."
Serok Barzanî behsa mînaka duyem û sêyema zorîneya siyasî desthilatdarên Bexdayê kir û got: Doh 13.09.2017 Parlemenê bo xwe anîn biryarek li dijî mafê gelê Kurdistanê derxistin. Îro jî biryarekî din derxistin, ku parêzgerê Kerkûk helwestekî niştimanî û neteweyî hebûye dixwazin wî la bidin, eveye ew zorîneya siyasiya ku ew dixwazin. Eger li destê wan bê nahêlin yek deskeftê bi desthatî ji destê gelê Kurdistanê da bimîne, hemû ji me distînin.
Serok Barzanî her wiha ragihand: Referandûm wesîleye neku armanc, belku armanc serbixweyiye, ji bo wê yekê êdî Sikes Picot, Cezayîr, peymana Bexdad û Lozan çarenivîsa me diyar nekin. Em wekî gelê Kurdistanê pêwîste çarenivîsa xwe diyar bikîn.
Her wiha Barzanî behsa ewe kir "Çend sal me hawar kir rewş berev hildêr diçe werin bila çareseriyek bikîn. Em gelek bi dilsafî çûyîn Bexda, piştî sala 2003 me dît roj bi roj dijayetiya gelê Kurdistanê zêdetir dibê, wekî çawa berê hatîn enfal û kîmyabaran kirin, ew roja budçeya xelkê Kurdistanê birîn ew jî enfalekî din bû li ser xelkê Kurdistanê da anîn."
Li dawiyê de Serok Barzanî ragihand ku hîç gumana we nebê paşaroj ji bo meye, divê îradeya me bihêz bê. Balkişand li ser beşek ji helbestê zana û şa'îrê navdarê Kurdistanê, Melayê Cizîrî kir ku wiha kerem kiriye:
Pişt nadîn du hezar xencer û tîr û rim û xişt
Me serî daniye rê û bi xwedê bestiye pişt
