• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Birîtaniyayê pirsên niha yên deverê nirxandin

Gulan Media September 14, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Birîtaniyayê pirsên niha yên deverê nirxandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Roja Çarşem 2017/9/14 pêşwaziya Frank Bekar Balyozê Birîtaniyayê li Îraqê û şandeka pê re kir.

Di hevdîtinkê de behsa rewşa niha ya Kurdistanê û berhevbûnên ji bo civîna parlemantoyê û pirsa refrandûmê kirin.

Li pareka din behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorîstan li Îraq û deverê, qunaxa piştî DAIŞê, rewşa deverên rizgar kirî û vegeryana penaber û koçberan ji bo ser cihên xwe kirin.


Li dawiyê jî behsa têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya berdewam bûna diyalogê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkan kirin.

Top