Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka û Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY û Balyozên Amerîka û Brîtanya li Iraqê kir
Li Hevdîtinê de ku li Navenda Serpereştiya Operasyona Dijî Da'îş birêveçû ku li destpêkê de şerê Dijî Da'îş tenê pênç kîlometir li terorîstên Da'îş ve dûr bû. Li vê hevdîtinê de Nûnerên Hevpeymanan behsa komek mijaran kirin, yek ji wan jî babeta referandûmê ku biryare li 25.09.2017 birêve biçê. Şandê pêzanîneke zêde ji bo gelê Kurdistanê hebû û rola Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş de, bilind nirxand û silav ji bo giyanê şehîdên Pêşmerge li şerê terorîstan re şand.
Li civînê de şanda mîhvan bedîlek li şûna birêveçûna referandûmê li 25.09.2017 xisterû.
Serok Barzanî wê bedîlê wergirt û pêşwaziyê li guftûgoya binyadnerane kir, lê belê di derbarê referandûmê û bedîlê pêşniyarkirî, ragihand ku eve bi tenê biryara min nîne û ev babete li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê behs dikin û di demeke nêzîk da helwesta xwe ya li vî derbarî de radigihînîn.
