Nêçîrvan Barzanî û Mcgurk pêdagirî li ser diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
Her du aliyan behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorê li Îraq û Sûriye kirin û bal kişandine ser qunaxa piştî ji nav birina DAIŞê û rewşa deverên rizgar kirî, bi taybetî vegeryana penaber û koçberan ji bo ser cihên xwe li Musil û derdora wê.
Le pareka din behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û berhevî ji bo civîna parlemantoyê û pirsa refrandûmê kirin û hizrên xwe derbarê van pirsan xistine berçav.
Li dawiyê jî bal kişandine ser tîkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û pêdagirî li ser giringiya berdewam bûna diyalogê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya ji hev têgihiştinê kirin.
