Îranê medreseyek bi navê Xumênî li devera kurdên şebek vekir!
Li gorî agahiyên BasNewsê, Îranê li gundên kurdên şebek, ku di bin kontrola hêzên Heşda Şeibî de ne, dest bi vekirina medreseyan kiriye.
Yek ji wan medreseyan li gundê Xezne li nêzîkî nahiya Bertille ya Mûsilê hatiye vekirin û navê wê jî medreseya “Îmam Xumênî” ye. Alaya Îranê jî li kêleka alaya Iraqê pêve hatiye daliqandin. Xumênî rêber û damezrênerê komara îslamî ya Îranê bû ku sala 1988 mir.
Ew karê Îranê rastî nerazîbûna welatiyên wê deverê hatiye. Çalakvanekî Mûsilî bi navê Reyan Hedîdî li ser facebooka xwe çend wêneyên wê medresê belav kiriye û gotiye, navê wê medresê Îmam Xumênî ye, ma ev ne karekî mezhebî ye? Çima navê wê danîne Xumênî?
Wî xortî daxwaz ji encumena parêzgeha Mûsilê û rêveberiya perwerdeya parêzgehê kiriye navê wê medresê bidin guhertin.
Beşek mezin ji kurdên şebek, şîe ne lewma Heşda Şeibî rê dide xwe ku gundên wan zeft bike!
Basnews
