• Friday, 20 February 2026
logo

Rojhilat – Li Selmasê kurdek li ber çavê xelkê hat îdamkirin

Gulan Media September 14, 2017 Nûçe
Rojhilat – Li Selmasê kurdek li ber çavê xelkê hat îdamkirin
Li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê, kurdek li ber çavê welatiyan hat îdamkirin.

Li gorî agahiyan, îro danê sibê li bajarê Selmasê kurdek, ku bi tohmeta kuştina xûşk û dayîka xwe hatibû girtin û fermana mirina wî hatibû dayîn, hat îdamkirin.

Ew girtiyê kurd li ber çavê welatiyan û li meydana “Tohîd” ya bajêr hat îdamkirin. Navnîşanên wî girtiyê kurd nehatine ragihandin.

Selmas girêdayî parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û derdora 80 km dûrî bajraê Ormiyê ye. Li Selmasê, ji bilî kurdan, azerî û ermenî jî dijîn.

Basnews
Top