Rojhilat – Li Selmasê kurdek li ber çavê xelkê hat îdamkirin
Li gorî agahiyan, îro danê sibê li bajarê Selmasê kurdek, ku bi tohmeta kuştina xûşk û dayîka xwe hatibû girtin û fermana mirina wî hatibû dayîn, hat îdamkirin.
Ew girtiyê kurd li ber çavê welatiyan û li meydana “Tohîd” ya bajêr hat îdamkirin. Navnîşanên wî girtiyê kurd nehatine ragihandin.
Selmas girêdayî parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û derdora 80 km dûrî bajraê Ormiyê ye. Li Selmasê, ji bilî kurdan, azerî û ermenî jî dijîn.
Basnews
