• Friday, 20 February 2026
logo

Siyasetmedarê tirk Burhan Erol: Bila Kurd dewleta xwe ava bikin

Gulan Media September 14, 2017 Nûçe
Siyasetmedarê tirk Burhan Erol: Bila Kurd dewleta xwe ava bikin
Siyasetmedarê tirk, Burhan Erol ragihand, Kurdistaneke serbixwe ji bo Tirkiye gef nîne û tekez kir: Bila li Kurdistanê jî gelê kurd dewleta xwe ava bike. Di nav aştî, ewlehî û edaletê de bijî.

Siyasetmedarekî Tirk Burhan Erol ku di hilbijartina bihorî de ji bo serokomartiyê bibû bernamzed seredana Hewlerê dike. Erol dê heta piştî giştpirsiyê li Hewlerê bimîne.

Burhan Erol di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku Herêma Kurdistanê nabe gef li ser Tirkiyê û li gorî nêrîna wî, heta ku Kurdistan êrişekê li dijî Tirkiyê pêk nehîne, nabe ku Tirkiyê êrişî wê derê bike.

Burhan Erol got: “Beriya ku ez werim vir, min seredana serfermandiya giştî (artêş) kir û min got, da ku li dewsa şer, aştî derkeve, ez dê îşev di saet 23 û 45’an de biçim bakurê Iraqê. Min ji wan re got divê misoger, heta ku li hember Tirkiyê êrîşeke rasterast nebe, Tirkiye ti operasyonên derveyî pêk nehîne. Wek nimûne eger ji Yûnanê, ji Rûsyayê an ji Çînê êrîşeke mûşekî pêk were, helbet divê Tirkiye xwe biparêze. Lê dewleteke kurdan a ku dê li bakurê Iraqê ava bibe heta ku êrîşî Tirkiyê neke çima dê ji bo Tirkiyê bibe gef?”

Erol ragihand, ku pêwîst e li Kurdistanê gelê Kurd dewleta xwe ava bike û di nava ştî, ewlehî û dadmendiyê de bijî û tekez kir:“Bila li Kurdistanê jî gelê kurd dewleta xwe ava bike. Di nav aştî, ewlehî û edaletê de bijî. Bila ji bo her kesî kar, ewlehî û edaletê ava bikin. Bila li beşa din a iraqê jî ereb dewleteke xwe ava bikin û ji bo ereban kar û edaletê pêk bînin.

Rudaw
Top