Goran biryara xwe dide
Endamê Şaneya Rêvebir a Tevgera Goranê Şoreş Hacî ji medyaya partiya xwe re ragihand, di civîna îro de Goran dawî biryara xwe derbarê beûdariya di aktîvkirina parlemantoyê de dide.
Duh, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew beşdarî aktîvkirina parlemantoyê dibe û daxwaz ji Goran û Komela Îslamî jî kir, ew jî beşdar bin, bo yekem gav berve çareserkina pirsgirêkan bajêjin.
Ev di demekê de ye, hatibû ragihandin ku îro parlemantoya Kurdidstanê tê aktîvkirin, lê yekem rûniştina parlemantoyê ji bo sibe hat paşxistin.
K25
