• Friday, 20 February 2026
logo

Rêkeftina navbera DAIŞ û Hizbullaha Lubnanê bi temamî bicîh hat

Gulan Media September 14, 2017 Nûçe
Rêkeftina navbera DAIŞ û Hizbullaha Lubnanê bi temamî bicîh hat
Rêkeftina navbera DAIŞ û Hizbullaha Lubnan-Îran-Sûriyê bi temamî bicîh hat.

Dawiya meha Tebaxa îsal, terorîstên DAIŞê bi Hizbullaha Lubnan û Sûriye û Îranê re rêkeftinek kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, li hember wergirtina kuştî û dîlên Hizbullah û Îranê, komek çekdarên DAIŞê ji ser sînorên Lubnan û Sûriyê bo devera Dêrazorê ya Sûriyê, ku dikeve ser sînorên Iraq û Sûriyê, tên veguhestin.

Li gorî agahiyan, rêkeftin duh bi şev bi temamî bicîh hat. Çekdarên DAIŞê û malbatên wan, ku di nav otobûsan de hatibûn bicîhkirin, bi temamî derbasî Dêrazorê bûn. Hizbullahê 2 berpirsên DAIŞê berdan û DAIŞê jî çekdarekî Hizbullahê berda. Çend roj berê jî DAIŞê 2 kuştiyên Hizbullahê û kuştiyekî Îranê teslîmî Hizbullahê kiribû.

Rêkeftina navbera DAIŞ û Hizbullahê rastî nerazîbûneka berfireh hatibû. Herêma Kurdistanê jî bi tundî li dijî vê rêkeftinê nerazîbûn nîşan dabû.

Basnews
Top