• Friday, 20 February 2026
logo

Goran bê şertûmerc piştgiriya encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê dike

Gulan Media September 13, 2017 Nûçe
Goran bê şertûmerc piştgiriya encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê dike
Tevgera Goran bêşertûmerc piştgiriya encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê ku, biryare di 25ê vê mehê de birêve biçe dike.

Çavkaniyek agehdar ji danûstandinên di navbera Partî û Yekîtî ji BasNewsê re ragehand ku, Goran ew xalên weke şertûmerên ku, berî niha bo karkirina parlamentoyê danîbûn hêla.

Herwiha wê çavkaniyê da zanîn ku, piştî wan civînên ku, van çend rojên borî hatin encamdan û rêkeftina Partî û Yekîtî bo karkirina Parlamentoyê îro, Goran razîbû, îro bê şertûmerc beşdariyê di karkirina parlamentoyê bike.Aşkere kir ku, tevgera Goran tekez kir ku, referandom dê di wextê xweyê diyarkirî de were encamdan û memû pirsgirêkên din piştî referandomê çareserdikin.

Basnews
Top