• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî daxwaz ji serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir serdana Bexdayê bikin

Gulan Media September 13, 2017 Nûçe
Ebadî daxwaz ji serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir serdana Bexdayê bikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro, Sêşemê daxwaz ji serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ku, bi armanca danûstandin derbarê referandomê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de serdana Bexdayê bikin.

Duh, Sêşemê 12.09.2017 û di cîvîna hikumeta xwe ya heftiyane de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro, Sêşemê daxwaz ji serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir ku, bi armanca danûstandin derbarê referandomê û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana Bexdayê bikin.

Eve çend salin pisgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene bi taybet piştî birîna pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Îraqê û ji sala 2014 Nûrî Malikî ew biryar li dijî xelkê Kurdistanê derkiribû.

Herwiha her îro Sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel berpirs û nûnerên pêkhateyên Kerkûkê, ragihand: “Bi ti awayekî rê nadin kesekî ewlehî û aramiya Kerkûkê têk bide. Rêza me ji wan nerînan re heye ku ne ligel referandûmê ne, lê divê rêz li îradeya piraniya xelkê bajêr bê girtin ku referandûmê dixwazin. Kerkûk bi tevahî wek mînaka bajarê aştî, biratî û pêkvejiyanê dimîne.”

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê di demekê de tê ku, kêmî du heftiya li ser encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê maye û bieyare Kerkûk û navçeyên Kurdisyanî li derveyî idareya Herêmêm tê de beşdar bibin.

Basnews
Top