Huşyar Zêbarî: Herêma Kurdistanê pabendî biryara Perlemanê Îraqê nabe
Huşyar Zêbarî, endamê civata bilind a Referandomê bo ajansa Royterzê ragihand:
Perlemantoyê Kurdistanê dê ji bo cara yekê piştî pitir ji salekê li 14 vê mehê bicive û di wê rûniştinê da dê bi piştrastî berisva biryara Parlemantoyê Îraqê ya retkirina Referanduma serxwebûna Kurdistanê bide.
Herwisa da zanîn: Herêma Kurdistanê bi ti rengan bi biryara Parlemantoyê Îraqê pabend nabe û Referandoma serxwebûna Kurdistanê dê bê guman di demê xwe da bê kirin.
Zêdebarî hemu retkirinên parleman, hikumet û alîyên sîyasî yên Îraqê, Serokê Herêma Kurdistanê rijde ku li 25 îlonê Referandom bê kirin û hemû daxwazîyên paşxistina Referandomê ret kirîne.
Waar.tv
