• Friday, 20 February 2026
logo

Şaxewan Ebdula: Ti îtîbara yasayî ya biryara parlamentoya Iraqê tineye!

Gulan Media September 12, 2017 Nûçe
Şaxewan Ebdula: Ti îtîbara yasayî ya biryara parlamentoya Iraqê tineye!
Parlamenterên kurd li parlamentoya Iraqê amaje bi ne yasayî bûna biryara encûmena nûnerên Iraqê ya dijî referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê kirin û ragehandin eger vê biryarê sererast nekin helbijardeyên din jî hene.

Piştî parlamentoya Iraqê biryara redkirina referandûmê da, parlamenterên fraksiyonên Kurdistanê bi civîneke çapemeniyê ve dijatiya xwe li hember vê biryarê ragehandin. Vê derbarê de endamê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Musena Emîn ragehand: ‘’Temamê fraksiyonên Kurdistanê bi tundî di dema guftûgo de û dengdana li ser biryarê de nerazîbûn nîşan dan. Rêjeya yasayî temam nebû û parlamenterên kurd li parlamentoya Iraqê deng nedan, ev jî belgeye bo haşayî lê nayê kirin ku rêjeya yasayî ne temam e.’’

Herwaha got, desteya seroktiya Iraqê bersiva pêşneyara ewên ku daxwaza paşxistina guftûgo kirinê li ser biryarê nedaye. Teqez kir: ‘’Eger ev biryare neyê hilweşandin fraksiyonên Kurdistanê dê xwedî helwêsteke din bin.’’

Herwaha endamê fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdula jî got: ‘’Xeletiyek mezin kirin. Ev biryar ne yasayiye û em wek kurd bi ti awayekê girêdayî wî biryarî nabin. Nabe pirseke niştimanî ya wek referandûmê de bê wergirtina nêrîna fraksiyonên Kurdistanê biryar li ser bê dayîn.’’ Herwaha teqez kir, biryar biryara pêkhateyên ereb bû û daxwaz kirine bo vê pirsê lijneyek li parlamentoyê bo guftûgo kirina li gel herêma Kurdistanê bê pêkanîn.

Dawiyê de jî ji fraksiyona YNKê Ala Talabanî ragehand: ‘’Em qasî ku bikarin emê dijatiya vê biryarê bikin. Eger pêdaçûnê li ser vê biryarê nekin me jî helbijardeyên din hene.’’

Basnews
Top