• Friday, 20 February 2026
logo

PDK û YNKê axaftina yekalîker ligel Goranê dikin

Gulan Media September 12, 2017 Nûçe
PDK û YNKê axaftina yekalîker ligel Goranê dikin
Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel Tevgera Goranê civîneke yekalîker bikin.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e îro PDK û YNKê bi hev re ligel Tevgera Goranê li ser aktîvkirina parlemanto, referandûm, gihêştina bi rêkeftinekê derbarê rastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê bicivin.

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Ebdilrehamn Muhendis ji K24ê re ragihandibû, pêwîst e rêkeftinek û komdengiyek di navbera aliyan de li ser hemû pirsan hebe, ji bo her aliyek bikaribe navmala xwe birêk bixe, heger ew rêkeftin nebe jî, ew nikarin ti gavekê bavêjin.

Pêştir jî Endamê Şaneya Rêvebirinê ya Tevgera Goranê ragihandibû, “berî aktîvkirina parlemantoyê, divê rêkeftineke siyasî di navbera aliyan de hebe.”

Ev di demekê de ye, PDK û YNKê li ser wê rêkeftibûn, ku roja 14 Îlonê parlemantoya Kurdistanê bê aktîvkirin.

Ji aliyê xwe ve jî YNKê nexşerêyek ji heft xalan dabû aliyan, ji bo gihêştina bi rêkeftinekê li ser aktîvkirina parlementoyê û çareserkirina pirsgirêkan.

K24
Top