• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Koreya Başûr nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

Gulan Media September 12, 2017 Nûçe
Serokê Koreya Başûr nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne
Kosulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê serdanan serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û nameyeke serokê Koreya Başûr bi serokwezîrê Kurdistanê Gihand.


Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Park Yung kosulê Koreya Başûr yê Herêma Kurdistanê kir û di civênekê de konsulê Koreya Başûr nameyeke serokê hilbijartiê welatê xwe bi Nêçîrvan Barzanî gihand ku tê behsa xurtkirin û berbipêşvebirina têkeliyên navbera Hewlêr û Seul dike.


Şandeya mêvan behsa çend pirojeyên Komeleya Koyka ya Koreya Başûr ku li Herêma Kurdistanê di warê elektirîkê de encame didin kir û berheviya welatê xwe jî nîşan da ku di warê pêşxistina teknolojiyayê û sektora giştî li Herêma Kurdistanê kir.
Li gor şandeya mêvan, meha bê şareza û pisporên Koreya Başûr navendeke meşiq û rahînanê ji bo kadiroyên hikûmeta Kurdistanê vedikin.


Serokwezîr sipasiya nameya serokê hilbijartiyê Koreya Başûr û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê di waraên cuda de kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de kir.


Serokwezîr daxwaz ji konsulê Koreyê kir ku sermayedar û kompaniyên welatê xwe teşwîq bike ku li Herêma Kudistanê di warên cuda da û bi taybetî di warê bielektronîkirina sazyên hikûmeta Kurdistanê bide.
Top