Parlamentoya Iraqê biryara Referandomê red kir
Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî referandoma serxwebûna Kurdistanê biryar da û qebûl nekir ku referandom pêk bê.
Mijara referandomê li ser daxwaza 80 parlamenteran hat rojêve û di parlamentoyê de hat nirxandin. Herwiha di encamê de jî biryara pêkanîna referandomê nehat qebûlkirin.
Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: “Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandomê pirsgirêkan kûrtir dike.”
Waar.tv
