Ocalan: Bê şert û merc piştgiriya referandoma serxwebûnê dikim
Mehmet Ocalan di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Basê de got: “Dibe hinek bixwazin referandumê asteng an jî tehdîd bikin, lê lidarxistina referandomê mafê herî demokratîk ê kurdan e. Ez bawer nakim ti kurd bê je ez li dijî referandomê me. Ne li ser navê malbata Ocalan wekî kesekî ku 40 sale vê tekoşînê dimeşîne dibêjim bê şert û merc piştgiriya referandomê dikim.”
‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDAN LI IRAQÊ SERXWEBÛN E’
Ocalan di berdewamiya hevpeyvîna xwe de rexne li Îran û Tirkiyeyê kir û got: “Nêrîna Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê di pirsgirêka kurdî de cuda ye. Çareseriya pirsgirêka kurd li Iraqê tenê serxwebûn e. Divê Tirkiye vê ji xwe re wekî tehdîd nebîne. Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo referandumê di berjewendiya tirk û kurdan herduyan de ye. Êdî dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye.”
Waar.tv
