• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir

Gulan Media September 12, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Roja sêşem 12.09.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Elawî Cîgirê Serok Komarê Iraqê û şandekî Îtîlafa Niştîmaniya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û her wiha şerê dijî terorîstan û nîgeraniyên di derbarê paşaroja Musil û qonaxa piştî Da'îşê guftûgo kirin. Her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasî û hevkêşeyên cûr bi cûr û wan gef û berbestên li ber proseya siyasiya Iraqê da hene.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê referandûm û paşaroja peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de danustandina bîr û ramanan kirin.
Top