Fermandeyê Pêşmerge Husên Yezdanpenah: Bexda dixwaze Kerkûkê aloz bike
Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê, Husên Yezdanpenah ji BasNewsê re got, Bexda dixwaze bêyî Pêşmerge şerê Hewîce bike. Bi vê yekê dixwaze li Kerkûk û deverên din dijbertiya referandoma serxwebûna Kurdistanê bike.
Husên Yezdanpenah her wiha got, heta niha çend caran xwastine ji nav Pêşmerge re derbasî Hewîcê bibin lê nekarîne, vê carê jî emê pêşiya wan bigirin. Em nahêlin ti hêzeke Iraqî, çi artêş çi Heşda Şeibî, ji eniya rojavayê Kerkûkê re derbasî Hewîcê bibe.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Bexda dixwaze bi hêceta Hewîcê, Heşda Şeibî derbasî Kerkûkê bike û got, dixwazin li Kerkûkê jî mîna Şingalê bikin lê em nahêlin.
Basnews
