Pispor û generalan di dewleta Kurdistanê de erkê pêşmerge gengeşe kir
Navenda Lêkolînên Rûdawê li Otêla Dîwan a Hewlêrê, bi beşdarbûna pisporên leşkerî û generalên amerîkî, rûsî, brîtanî, almanî, fînlendî, herwiha kurd û iraqî mêzgirdek sazkir. Di mêzgirdê de pêşhateyên li pêşiya dewleta Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Generalê malnişîn ê Amerîkayê Ernest C. Audino, ku xwediyê ezmûneke 28 salî ya serbazî ye, behsa erkê pêşmerge ya di paşerojê de kir.
Audino got: “Weke hemû hêzên modern û nîzamî, erkê pêşmerge jî parastina sînorên welat e. Ev rol dibe sedema seqamgiriya welat, başbûna rewşa ewlekarî, aborî û dîplomasiya welat. Pêşmerge parêzerê hemû welat e û hêza neteweyî ye, ku dikare Kurdistanê bike navendeke bi ewle û bi hêz.”
Li gorî rewangeha pisporên leşkerî, hê jî erkên pêşmerge temam nebûye. Divê pêşmerge hêza xwe zêdetir bike yek da ku bikare berdewamî bide şerê terorê û piştgiriya hêzên navdewletî werbigre.
Pisporê serbazî yê rûs Pavel Flinghawer jî got: “Pêşmerge li herêmê hêzekî bi bandor e. Ji bo DAIŞ û rêxistinên weke wî yên tundrew li herêmê nemînin, divê pêşmerge tekoşîna xwe bidomîne. Nehêle teror li vir bimîne. Divê hêzên navdewletî bike hevpeymanê xwe. Divê di paşerojê de pêşmerge xwe bihêztir bike.”
Li Başûrê Kurdistanê dema giştpirsiya serxwebûnê nêzîk dibe. Lewma li her derê behda paşeroja vê dewletê tê kirin. pirsa parêzvaniya sînor û xaka vê dewletê jî dikeve ser milê pêşmerge.
Rudaw
