Daxuyaniya civîna Encûmena Bilinda Referandûmê
Li civînê de pêşhatên siyasî û helwesta dawî ya navxo û Iraq û civaka navdewletî û her wiha serdana Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ji bo Herêma Kurdistanê guftûgo kir.
Her li vê civînê de amadebûyên rêkkeftina dîrokiya di navbera PDK û YNK li 10 ê Eylûla 2017 ya ji bo çalak kirina Parlemena Kurdistanê bilind nirxand û bi hengavekî girîng û niştimanî û dîrokî hate wesifkirin û hêviya wê yekê hate xwestin ku ev hengav bibê sedema bi leztirbûna proseya siyasî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.
Civîna Encûmena Bilinda Referandûmê piştî raguhertin û guh girtina li têbînî û pêşniyarên aliyên siyasiyan û pêkhatên neteweyî û olî û her wiha xwendina rapora kirdariya proseya referandûmê ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê gihîştin van encamên xwarê:
Yekem: Encûmena Bilinda Referandûmê tekez li ser encamdana referandûmê di dema xwe ya diyarkirî li 25ê Eylûla 2017 li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê kir û wan hemû gote got û propagandayan red dike ku behsa paşxistina referandûmê dikin.
Duûem: Civînê de berçavgirtina rewşa hestiyara Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya yekrêzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya di navbera hêzên siyasî ya ji bo helmeta hevbeşê bangewaziyên ji bo referandûmê kirin.
Sêyem: Civînê de tekez li ser parastin û berçavgirtina maf û daxwaziyên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li hemû qonaxan da kirin û encama civînên lîjneya taybet bi mîsogeriya pêkhatan xistin ber behs û daxwaz ji Sekreteriyeta Encûmena Bilinda Referandûmê kirin ku daxwaziyên wan yek bixe û civînê de palpiştiyên xwe ji bo daxwazên pêkhatan derbirîn.
Çarem: Partî û aliyên beşdarên li Encûmena Bilinda Referandûmê rêkkeftin ku roja pênçşem 14.09.2017 Parlemena Kurdistanê bê çalak kirin û runiştinên xwe yên asayî destpêbike.
Pêncem: Encûmena Bilinda Referandûmê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo îcraat û hengavên praktîkiyên Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ji bo proseya referandûmê dûpat dike û daxwaz ji Hikûmet û aliyên peywendîdar dike ku hevkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê bin.
Şeşem: Encûmena Bilinda Referandûmê daxwaz ji rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka medenî dike ku beşdar bin li çavdêrîkirina proseya referandûma li Herêma Kurdistanê.
Encûmena Bilinda Referandûmê
10.09.2017
