• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniya civîna Encûmena Bilinda Referandûmê

Gulan Media September 11, 2017 Nûçe
Daxuyaniya civîna Encûmena Bilinda Referandûmê
Roja yekşem 10.09.2017 li Selahedîn Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û amadebûna birêz Kosret Resûl Elî û amadebûna Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Îdareya Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî sazkir.

Li civînê de pêşhatên siyasî û helwesta dawî ya navxo û Iraq û civaka navdewletî û her wiha serdana Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî ji bo Herêma Kurdistanê guftûgo kir.

Her li vê civînê de amadebûyên rêkkeftina dîrokiya di navbera PDK û YNK li 10 ê Eylûla 2017 ya ji bo çalak kirina Parlemena Kurdistanê bilind nirxand û bi hengavekî girîng û niştimanî û dîrokî hate wesifkirin û hêviya wê yekê hate xwestin ku ev hengav bibê sedema bi leztirbûna proseya siyasî û parastina berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.

Civîna Encûmena Bilinda Referandûmê piştî raguhertin û guh girtina li têbînî û pêşniyarên aliyên siyasiyan û pêkhatên neteweyî û olî û her wiha xwendina rapora kirdariya proseya referandûmê ji aliyê Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê gihîştin van encamên xwarê:

Yekem: Encûmena Bilinda Referandûmê tekez li ser encamdana referandûmê di dema xwe ya diyarkirî li 25ê Eylûla 2017 li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê kir û wan hemû gote got û propagandayan red dike ku behsa paşxistina referandûmê dikin.

Duûem: Civînê de berçavgirtina rewşa hestiyara Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya yekrêzî û hevdengiya niştimanî û hemahengiya di navbera hêzên siyasî ya ji bo helmeta hevbeşê bangewaziyên ji bo referandûmê kirin.

Sêyem: Civînê de tekez li ser parastin û berçavgirtina maf û daxwaziyên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li hemû qonaxan da kirin û encama civînên lîjneya taybet bi mîsogeriya pêkhatan xistin ber behs û daxwaz ji Sekreteriyeta Encûmena Bilinda Referandûmê kirin ku daxwaziyên wan yek bixe û civînê de palpiştiyên xwe ji bo daxwazên pêkhatan derbirîn.

Çarem: Partî û aliyên beşdarên li Encûmena Bilinda Referandûmê rêkkeftin ku roja pênçşem 14.09.2017 Parlemena Kurdistanê bê çalak kirin û runiştinên xwe yên asayî destpêbike.

Pêncem: Encûmena Bilinda Referandûmê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo îcraat û hengavên praktîkiyên Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê ji bo proseya referandûmê dûpat dike û daxwaz ji Hikûmet û aliyên peywendîdar dike ku hevkarê Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê bin.

Şeşem: Encûmena Bilinda Referandûmê daxwaz ji rêxistinên biyanî û rêxistinên civaka medenî dike ku beşdar bin li çavdêrîkirina proseya referandûma li Herêma Kurdistanê.

Encûmena Bilinda Referandûmê
10.09.2017

Top