Barzanî: Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û kes nikare wê ji Kurdistanê veqetîne
Serok Barzanî ji televîzyona BBC re gotiye, gel û serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê ji biryara referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê poşman nabin û paşde gav navêjin.
Barzanî daye xuyakirin, ji yên ku daxwaza paşxistina referandomê dikin dipirse “madem hûn dixwazin referandom were paşxistin alternatîfa we çi ye?”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser yekparçebûna Iraqê jî gotiye, heta niha Iraq yekparçe nebûye ku bi serxwebûna Kurdistanê parçe parçe bibe, gelê Kurdistanê jî li hember yekparçebûna Iraqê berpirs nîne.
Mesûd Barzanî ragihandiye ku referandom mafekî rewa û qanûnî yê gelê Kurdistanê ye û gotiye, ji ber ku di Destûra Iraqê de hatiye gotin ku eger hikûmeta Iraqê girêdayî Destûrê nebû wê çaxê Herêma Kurdistanê dikare xwe ji Iraqê vekişîne.
Barzanî cardin civaka navdewletî û hevpeymaniya şerê terorê arxalîn dike ku referandom û serxwebûna Kurdistanê nabe asteng li pêşiya şerê teror û DAIŞê û Kurdistan dê li ser hevalbendiya xwe di wî şerî de berdewam be.
Serokê Herêma Kurdistanê hişyariya derketina şer jî daye û gotiye ku înşala gelê Kurdistanê neçar namîne şer bike. Barzanî behsa tehdîdên li ser Kerkûkê jî kiriye û gotiye, her kesê ku bixwaze bi zorê Kerkûkê ji Kurdistanê veqetîne divê bizanibe ku heta kurdek tenê jî mabe dê bo xatirê Kerkûkê şer bike.
Barzanî daye zanîn ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye lê tenê bajarê kurdan nîne û gotiye, em dixwazin Kerkûkê bikin sembola pêkvejiyana aştiyane ya netewe û ayînên Kurdistanê.
Serok Barzanî behsa xebata xwe ya pêşmergetiyê jî kiriye û got, dema min tifeng hilgirt bo serxwebûna Kurdistanê bû. Ez niha jî amade me serê xwe bo vê armancê bidim.
Basnews
