• Friday, 20 February 2026
logo

Roja çarşemê parlemento tê çalakkirin

Gulan Media September 11, 2017 Nûçe
Roja çarşemê parlemento tê çalakkirin
şandên PDK û YNKê civiyan û li ser hin mijaran li hev kir.
Duh şandên partiya demorkata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.
Di civînê de behsa prosesa referandumê, çalak kirina parlementoya Kurdistanê û herwiha wenêrînkirin bo pergala dabeş kirnia mûçeyên karmendan hate kirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jêderên hayedar ji naveroka civînê diyar kirin ku PDK û YNK li ser çalakirina parlementoyê lihev kirine û biryara roja çarşemê parlemento bi fermî deriyên xwe veke û dest bi karên xwe yên zagonsaziyê bike.
Herwiha hate gotin ku vê wenêrîn bo pergala dabeş kirina mûçeyên karmendên hikûmetê jî were kirin û ew prosesa han jî were serrastkirin û mûçeyên zêdetir ji karmendan re werin dayîn.

Top