• Friday, 20 February 2026
logo

Edhem Barzanî: Em bi dengên xwe serweriyek din bo gelê Kurdistanê dê tomar bikin!

Gulan Media September 11, 2017 Nûçe
Edhem Barzanî: Em bi dengên xwe serweriyek din bo gelê Kurdistanê dê tomar bikin!
Serokê encûmena rêveberiya Silêmanî-Helebçe yê PDKê ragehand, gelê Kurdistanê gelek qurbanî dane ji bo serxwebûn û azadiyê û daxwaz kir bi dengdana ‘’Belê’’ ve serweriyeke din bê tomar kirin.

Serokê encûmena rêveberiya Silêmanî-Helebçe ya PDKê Edhem Barzanî di gotara xwe ya li Silêmanî li pêş girseya gel pêşkeş kir de, amaje bi vê yekê kir: ‘’Me bo azadiyê gelek qurbanên mezin dane. Îro jî ew nirxane waye berhemên xwe diyar dikin, ti nirx û bahayek nikare cîhê wan bigre û nirxê herî mezin ew in.’’

Herwaha hêvî û bendewariyên xwe yên roja 25ê Îlonê, ku roja referandûmê ye û ragehandina serxwebûna Kurdistanê û daxwaza xwe ya parçeyên din ên Kurdistanê jî ber bi serxwebûnê biçin anî ziman.

Edhem Barzanî teqez kir: ‘’Em hemû li gel yek di roja 25ê Îlonê de ber bi sindoqên dengdanê ve diçin. Heta duh bi xwîna Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê, gelek serwerî bo gelê me hatin tomar kirin, ji ber vê sibê bila bi dengê me serweriyek din bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin.

basnews
Top