• Friday, 20 February 2026
logo

Partiyên ereb û krîstiyanan ji bo giştpiriyê dibêjin belê

Gulan Media September 10, 2017 Nûçe
Partiyên ereb û krîstiyanan ji bo giştpiriyê dibêjin belê
9 partî û nûnerên 76 gundên ereb ên Deşta Nînowayê piştevaniya xwe ji bo giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ragihandin, daxwaz kirin, ku beşdarê piroseyê bibin û navçeyên wan bi Kurdistanê ve bên girêdan.

Komîteya Piştgiriya Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, li navçeya Tilsiquf a Mûsilê, ji bo piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê rêwresmek lidarxis. Nûnerê 9 partiyên, ereb û krîstiyan, herwiha nûnerên 76 gundên ereb î hemû pêkhateyên Deşta Nînowayê yên kurd, ereb û krîstiyan jî beşdarê rêwresmê bûn.

Şêxê hozekî erebî Şêx Tahir Mehmûd Zirarî di dema rêwresmê de ji Rûdawê re got: “Eger giştpirsî serkeftî be dê Kurdistan serbixwe bibe. Hingî dê hikûmeta Kurdistanê bibe hikûmeteke federal û hemû xelkê Deşta Nînowayê dê heta hetayê di aramiyê de bijî.”

Partiyên ku beşdarî rêwresmê bûn, tekez kirin, ku ew dê di giştpirsiyê de dengê “erê” bidin. Di nava wan partiyan de 4 partiyên kiristiyanan jî hene.

Endamê Encûmena Kildanî Siryanî û Aşûriyan Sitêfo Hebeş jî diyar kir: “Me daxwazên xwe pêşkeşî hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Em dixwazin pêkhateyeke sereke bin û em bixwe navçeya xwe birêve bibin.

Jinên kildan û siryanî bi cilên xwe yên folklorî hatine rêwresmê. Ew ji bo Deşta Nînowayê aştî û aramiyê dixwazin.

Hemwelatiya bi navê Selîmeya dayika Zanûn got: “Ji ber şeran em gelek şepirze bûn. Em êdî aştî û aramiyê dixwazin. Em serxwebûnê dixwazin.”

Di nava Komîteya Piştgiriya Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ya navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de hemû pêkhateyên Deşta Nînowa cîh digrin.

Rudaw
Top