• Friday, 20 February 2026
logo

Li Çewlikê leşkerek hate kuştin

Gulan Media September 10, 2017 Nûçe
Li Çewlikê leşkerek hate kuştin
Li bajarê Çêwlikê yê Bakurê Kurdistanê leşkerek hate kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Li navçeya Adakliyê ya Çêwlikê endamên PKKê li ser leşkerên Tirkiyeyê reşandin û di navbera wan de şer derket. Di encamê de leşkerek pilebilind hate kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Piştî bûyerê Arteşa Tirkiyeyê li gundewarên Çêwlikê dijî PKKê dest bi operasyoneke berfireh kir.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Diyarbekirê jî ragihand, li gundewarên Licê di encama operasyoneke asmanî de 3 endamên PKKê hatine kuştin û çek û teqemeniyên wan jî hatine bidestxistin.

K24
Top