• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî spasiya Silêmaniyê kir: Heqîqeta helwesta xelkê bi seref yê Silêmaniyê eşkere bû

Gulan Media September 10, 2017 Nûçe
Barzanî spasiya Silêmaniyê kir: Heqîqeta helwesta xelkê bi seref yê Silêmaniyê eşkere bû
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pesnê bajarê Silêmaniyê da û ragihand, xelkê bi şeref yê Silêmaniyê cardin nîşan dan ku Silêmanî bajarê mêrxasî û qurbaniyê ye.

Duh grûpa “Na” ya li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê, li nav yarîgeha Silêmaniyê çalakiyek li dar xistibû lê rastî eleqeyek pir lawaz hatibû.

Li ser wê yekê, Serok Barzanî peyamek belav kir û spasiya xelkê Silêmaniyê kir. Peyama Barzanî ev e:

“Bo xelkê bajarê Silêmaniya xoştivî,

Duh heqîqeta helwesta xelkê bi şeref yê Silêmaniyê eşkere bû. Cardin we nîşan da ku Silêmanî bajarê mêrxasî û qurbaniyê ye. Ez ji dil li ser navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya we dikim”.


Basnews
Top