• Friday, 20 February 2026
logo

KCK: Me du endamên pilebilind ên MÎTê dîl girtine

Gulan Media September 10, 2017 Nûçe
KCK: Me du endamên pilebilind ên MÎTê dîl girtine
Komîteya Rêvebir ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Kurdistanê dibêje, Tirkiye li hemberî dîlgirtina karmendên xwe bêdeng e.

Endamê Komîteya Rêvebir yê KCKê Mustefa Karasu ragihand, wan 20 karmendên dewleta Tirkiyê dîl girtine û ji wan jî 2 kesên pilebilind hene, ku berî çend rojan li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatine girtin

Karasu ji radyoyeke nêzîkî PKKê re got: “Dewleta Tirkiyê û Serokomar Recep Teyp Erdogan li hemberî dîlgirtina karmendên xwe bêdeng in û girtina karmendên dewletê û MÎTê ji aliyê wan ve, tê wateya girtina Erdogan û dewleta Tirkiyê.”

Berî niha, di medyayê de belav bûbû, ku dezgeha MÎTê ya hewalgiriya Tirkiyê, xwestiye li bajarê Silêmaniyê Hevserokê (KCK) Cemîl Bayik dîl bigire, lê ew pilana Tirkiyê ji aliyê PKKê ve aşkere bûye û du endamên MÎTê ku bi riya firokexaneya Silêmaniyê derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn, ji aliyê endamên PKKê ve li bajarê Silêmaniyê dîl hatine girtin.

K24
Top