Qaymeqamê Şingalê: Çareya herî baş bo êşên êzîdiyan serxwebûna Kurdistanê ye
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, îro di civîneke rojnamevaniyê de li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê axivî û got, çareya herî baş bo derd û êşên êzîdiyan û dubarebûna fermanan li ser wan, serxwebûna Kurdistanê ye.
Mehma Xelîl her wiha got, ji ber wê jî kurdên êzîdî dê roja referandomê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê. Em dixwazin Şingal li dewleta Kurdistanê de bibe baxçeyek.
Wî rayedarê êzîdî bang li Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ya Kurdistanê jî kir, amadekariyên referandomê li Şingalê jî bikin.
Basnews
