• Friday, 20 February 2026
logo

Azad Tofîq: Silêmaniyê wisa kir ku grûpa “Na” mirî ji dayîk bibe

Gulan Media September 10, 2017 Nûçe
Azad Tofîq: Silêmaniyê wisa kir ku grûpa “Na” mirî ji dayîk bibe
Endamekî buroya medyayê ya YNKê dibêje, bajarê Silêmanî bersiva grûpa “Na” da û îsbat kir ku ew grûp mirî ji dayîk bûye.

Duh li bajarê Silêmaniyê, grûpa “Na” ya li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê, li nav yarîgehê de çalakiyek li dar xistibû lê rastî eleqeyek lawaz hatibû.

Endamê buroya medyayê ya YNKê Azad Tofîq li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, valabûna yarîgehê nîşan da ku xelkê Silêmaniyê gotina xwe kir û bersiva grûpa “Na” da. Rast e Gorran û Komel li dijî çawaniya referandomê ne lê heta niha negotine em li dijî referandomê ne. Lê grûpa “Na”, ku ji komek kesên binketî yên aborî û siyasî û bazirgan pêk hatiye, di nav civaka Kurdistanê de nayên hesibandin.

Azad Tofîq her wiha got, ewên ku dibêjin na, hêdî hêdî li nav Silêmanî û Kurdistanê de dibin bêgane. Valabûna yarîgehê dê bandoreka mezin li ser kempêna wan bike ji ber ku mirov didît şerm dikin.

Wî rewşenbîrê Kurdistanê diyar kir ku Silêmanî, dê wan kesên bixwazên wê ber bi tarîtiyê ve bibin, ceza bike. Ji ber ku xelkê Silêmaniyê bi mêrantî û qehremantî û şoreşgertiya xwe tên nasîn.

Basnews
Top