Şiroveya Demirtaş a giştpirsiyê: Em ligel birayên xwe ne
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku li Edirneyê di girtîgehê de ye derbarê giştpirsiya 25ê Îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da Kovara Expressê.
Selahattin Demîrtaş diyar kirk u çarenûsa Başûrê Kurdistanê, xelkê li wê derê dijî dê diyar bike û wiha got: “Divê hemû kes rêzê ji vê yekê bigre. Lê daxwaza me ew e ku, birayên me yên li Herêma Kurdistanê bi peymanekî niştimanî û bi biryara parlamentoyê herin giştpirsiyê.”
Hevserokê Giştî yê HDPê herwiha got: “Di her hal û karî de biryar a wan e. Encamên giştpirsiyê çi dibe bila bibe em ligel birayên xwe ne.”
Biryar e giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de birêve biçe.
Rudaw
