• Friday, 20 February 2026
logo

YNK: Eger Gorran razî nebe êdî em li benda wê namînin

Gulan Media September 9, 2017 Nûçe
YNK: Eger Gorran razî nebe êdî em li benda wê namînin
Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand, eger Gorran di mijara parlamentoya Kurdistanê de razî nebe êdî ew li benda wê namînin.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re got, emê sibê yan dusibê bi PDKê re li ser aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê bicivin.

Pîre li ser helwesta Gorranê jî got, em bi Gorranê re rûniştin û me ji wan xwast tevlî qonaxa aktîfkirina parlamentoyê bibin. Eger razî bin baş e lê eger razî nebin em êdî li benda namînin, ji ber ku wextek kêm maye.

Basnews
Top