• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan: Biryara dadgeha Amerîkî, dijî Tirkiye ye

Gulan Media September 9, 2017 Nûçe
Erdogan: Biryara dadgeha Amerîkî, dijî Tirkiye ye
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji ber ko derbarê Wezîrê berê yê Aboriyê yê Tirkiyeyê de doz hatiye vekirin nerazîbûnek tûnd li hemberî Amerîkayê nîşan da.

Erdogan got biryara dadgeha Amerîkayê ya derbarê Wezîrê Berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan de gaveke rasterast li dijî Tirkiyeyê ye. Ev biryar bêhêzêbûna Amerîkayê nîşan dide. Wan li dijî Îranê biryara ambargoyê wernegirtine. Lewma asayî ye ser navê Tirkiyeyê Wezîrê berê yê Aboriyê digel Îranê pêwendiyên aborî deyne û kar bike.

Karsazê ko welatiyê Îran û Tirkiyeyê Reza Zerab berî niha li Amerîkayê hatibû girtin. Derbarê wî de doz hatibû vekirin û dihat tohmetbarkirin ko digel Îranê bazirganî kiriye û ji ambargoya Îranê re bûye rêgir. 2 roj berê Dadgea Amerîkayê biryar girt ko navê Zafer Çaglayan jî li doza Zerrab were zêdekirin.

K24
Top