Tevgera Gorran daxwaza civîna hevbeşa pênc partiyan dike
Îro 08.09.2017ê şanda YNKê li girê Zergete ya Silêmaniyê li gel Tevgera Gorran civiya û piştî civînê endama civata Niştimanî ya Tevgera Gorran civînek çapemeniyê lidarxist.
Endama Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran Gulistan Seîd ragehand: ‘’Projeya YNKê behsa başkirina sîstema mûçeyê fermanberan, aktîf kirina parlamentoyê, yasaya serokatiya herêma Kurdistanê, sindoq dahatên neft û ava kirina encûmenekê bo wê sindoqê dike. Em di wan xalan de hemfikrin, lê ti mekanîzmayek nehatiye diyar kirin bo bicîhanîna xalên dinav projeyê de û divê Civata Niştimanî bicive û piştre biryara mekanîzmayekê bide bo çawaniya bicîhanîna projeyê.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Piştî civîna YNKê projeyek da me û xalên me yên hevbeş di projeyê de gelek in. pêwîste her pênc partiyên Kurdistanê rêkbikevin û lihevbikin ku li ser kîjan mekanîzmaya guncaw parlamentoya Kurdistanê dê bê aktîf kirin.’’
Basnews
