• Friday, 20 February 2026
logo

Herêma Kurdistan û Herêma Malopolskayê rêkeftina aborî îmze kirin

Gulan Media September 9, 2017 Nûçe
Herêma Kurdistan û Herêma Malopolskayê rêkeftina aborî îmze kirin
Herêma Kurdistan li gel Herêma Malopolska ya Polonyayê rêkeftineke dostane ya aboriyê îmze kirin.

Di çarçoveya 27emîn Korbenda Abûrî ya Cîhanî de, ku niha li Herêma Malopolska ya Polonyayê birêve diçe. Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî weke nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê beşdarê korbendê dibe.

Di dema korbendê de Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê Ziyad Reûf, li gel Serokê Herêma Malopolskayê Jachnik Krupa civiyan.

Di civînê de şanda Kurdistanê li gel şanda Malopolskayê li ser pêşxistina pêwendiyên piralî yên herdu aliyan, bi taybet jî pêşxistina pêwendiyên aborî gotûbêj kirin. Herwiha alî rêkeftineke dostane ya aborî jî wajo kirin.

Serokê Herêma Molopolskayê Jachnik Krupa tekez kir, ku ew dê alîkariyên mirovî yên ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Plandananê Elî Sindî jî behsa hûrgûliyên giştpirsiya Başûrê Kuridstanê kir û amaje bi sedemên pêkanîna vê pêvajoyê rave kir.

Elî Sindî got: “Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan serxwebûnê weke çareserî dibîne. Ev yek dê bibe pêngavek ji bo aramî û aştiya herêmê jî.”

Serokê Herêma Molopolskayê Jachnik Krupa derbarê vê mijarê de balkişande ser wê yekê, ku mafê hemû gelan heye biryarê derbarê çarenivîsa xwe de bide.

Rudaw
Top