Firokeyan karwana DAIŞê di çolê de girt: 85 kuştî
Ryan Dillon eşkere kir, karvaneke otobûsên çekdarên DAIŞê yên dorpêçkirî li çolistana Sûriyê bûye armanca bombebarana firokeyan. Li gorî gotina Dillon ev karwan ji 17 otobûsan pêk dihat, ku ji 29ê Tebaxê ve li parêzgeha Meyadînê dorpêçkirî mabûn.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihandin, ku, 300 çekdarên DAIŞê bi tevê malbatên xwe di nava wan otobûsan de bûne.
Piştî rêkeftina DAIŞê ya ligel Hizbullaha Lubnanî, vî karwanî ji sînorê Lubnan-Sûriyê berê xwe dabû sînorê Iraqê. Lê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de, 2 caran êrîşî karwanê kiribûn, ku ev karwan neçar mabûn berê xwe bidine bajarê Meyadînê.
Ryan Dillon da xuyakirin, ku di bombebaranê de 85 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
12 hezar çekdarên DAIŞê mane
Ji aliyê din ve, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, ku li Sûriyê nêzîkî 12 hezar çekdarên DAIŞê hene.
Ryan Dillon diyar kir, ku li Dêrezorê 2 hezar û 500, li Reqayê hezar û 500, li navçeya di navbera Meyadîn û Bûkemalê de 6 heyanî 8 hezar çekdarên DAIŞe mane.
Dillon ragihand, ku HSDê 60% ji bajarê Reqayê kontrol kiriye. Ryan Dillon got, ku HSD hemû alîkariyên mirovî ji sivîlên Reqayê re dabîn dike û rêyên aram ji wan re vedike ji bo ji vî bajarî derkevin.
Tê zanîn ku operasyona HSDê ya bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo kontrolkirina Reqayê ketiye roja xwe ya 93yan de.
Rudaw
