Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Roja, Pênşemê 7.09.2017 di peyamekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tawanên li dijî hemwelatî û misilmanên rohingya yên li Myanmarê têne kirin û hevsozî û piştgiriya xwe anî ziman û ji civaka navdewletî daxwaz kir, ku rê li van tawanan were girtin.
Ev jî deqa daxuyaniyê ye:
Em van tawanên kuştin, zilm û derbederkirina dijî hemwelatiyên sivîl û misilmanên rohingya yên li Myanmarê, bi tundî şermezar dikin.
Gelê Kurdistanê ku karesatên kîmyabaran, enfal û tawanên DAIŞê yên li dijî xwişk û birayên êzidî û pêkhateyên din ên Kurdistanê dîtine, ji nêzîk ve êş û janên misilmanên rohingya hîs dike û hevsozî û piştgiriya xwe nîşan dide.
Cihê dilgiraniya me ye ku civaka navdewletî nekarê rê li wan tawanan bigre û dubare dibin û daxwaz dikin ku pêngaveke cidî were avêtin û dawî bitrajedî û karesata bi ser xelkê sivîl û bêdesthilat ên rohingya were û tawanbar werin cezakirin.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
7.09.2017
Basnews
